16:10 20 Hezîran 2018
Balafira Îsraîlê

Yadlin: Êrişa me ya balafirxaneyê peyamek bo Îranê ye

© AFP 2018 / THOMAS COEX
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Amos Yadlin di axaftina xwe de ragihand ku êrişa me ya balafirxaneya Tayfuna Sûriyeyê peyamek bo Îranê ye.

Serokê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Amos Yadlin di axaftina xwe de got: "Êrişa balafirxaneya leşkerî ya Tayfuna Sûriyeyê ji bo du armanca bû. Yek jê astengkirina fealiyetên Îranê û ya din jî rêvebiriya Îsraîlê li hemberî bikaranîna kîmyewî bêdeng namîne."

Amos Yadlin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me bi êrişê peyamek da ku em nahêlin Îran li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî zêde bike. Îran dixwaze li Sûriyeyê baregehên leşkerî ava bike û ji bo vê hewl dide, lê wezîfeya artêşa Îsraîlê jî berterefkirina talûkê ye."

Yadlin di dirêjiya axaftina xwe de got: "Artêşa Sûriyeyê bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze li herêmê hêza xwe berfireh bike, lê em ê destûr nedin vê. Yek ji armanca vê êrişê jî bertek nîşandana bikaranîna çekên kîmyewî ya rejima Sûriyeyê ye."

Bi heman mijarî:

Sê îranî di êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha Sûriyeyê de hatin kuştin
Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
Balafirên Îsraîlê êrişî Xezzeyê kirin
Di navbera leşkerên Îsraîlê û filistîniyan de şer: Kesek mir 40 kes jî brîndar bûn
Tuxaya El Qassam: Dê bedela wê li ser Îsraîlê gelek giran be
Etîketan:
Serokê Îstîxbarata Leşkerî yê berê yê Îsraîlê, Amos Yadlin, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de