21:27 24 Nîsan 2018
    Keştiyên Amerîkayê

    'Keştiya Amerîkayê ber bi Sûriyeyê ve kete tevgerê'

    © REUTERS / US Navy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor ragihandina CNN Turkê hat îdiakirin ku keştiya Amerîkayê ya li keştîgeha Larnaka ya Qibrisê ber bi Sûriyeyê ve ketiye rê û bi qasî 100 kîlometreyî nêzîkî Tartûsê bûye.

    Di nûçeya CNN Turkê de hat gotin ku keştiya Donald Cook a Amerîkayê ji bêndergeha Larnaka ya Qibrisê derkeviye û nêzî avên Sûriyeyê bûye.

    Li gor nûçeyê Keştiya fuzeyan a Donald Cook (DDG-75) a bi cureyê ‘Arleigh Burke' bi qasî 100 kîlomtreyî nêzîkî Tartûsê bûye.

    Hesabê USNavyEurope jî li ser tevgera keştiyê parvekirineke wiha kir: "Keştiya USS Donald Cook ji keştîgeha Larnacayê ya Qibrisê îro 9ê Nîsanê derket, piştî ku serdana xwe ya keştîgehê ya 7ê Nîsana 2018an de temam kir."

    Herwiha li ser belavbûna nûçeyan Hêzên Deryavaniya Amerîkayê îdiayên nêzîkbûna Tartûsê ya Keştiya Donald Cook û tacîzkirina wê ji aliyê balafirên Rûsyayê ve wekî derew ragihand.

    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de