15:02 22 Gulan 2018
    Balafirên Îsraîlê/ F-16

    ‘Îsraîlê beriya êrişa li dijî baregeha hewayî Amerîka haydar kir'

    © AP Photo / Str/HO
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên amerîkî ragihandin ku Îsraîlê beriya êrişa li dijî baregeha hewayî ya li herêma Hûmsê ya Sûriyeyê, birêveberiya Washingtonê hişyar kiriye.

    Piştî ku Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên Îsraîlê êrişî balafirxaneya leşkerî ya Tayfunê ya li herêma Hûmsê kirin, rayedarên amerîkî ragihandin ku Îsralê birêveberiya Washingtonê haydar kiriye.

    Du rayedarên amerîkî ji televîzyona NBC Newsê re axivîn û piştrastkirin ku Îsralê êrişî baregehê kirine, birêveberiya Îsraîlê beriya plana êrişê birêveberiya Trump haydar kirine.

    Herwiha heta niha ji Îsraîlê di derbarê êrişa hewayî ya li dijî baregehê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

    Ajansa nûçe ya fermî ya Sûriyeyê (SANA) ji êrişa li dijî baregeha Tayfûnê Amerîkayê sûcdar kiribû, lê Pentagonê vê yekê red kiribû û diyar kiribû ku eleqeya Amerîkayê bi êrişê tineye.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Gotinên Trumpî yên derheqê Esadî de ne rast bûn
    NATO: Divê em hewldana xwe yên ji bo kontrolkirina Rûsyayê zêdetir bikin
    Kremlin: Em hêvî dikin ku rêyeke hevseng li Sûriyeyê neyê meşandin
    Lavrov: Divê Tirkiye kontrola Efrînê bide Hikûmeta Sûriyeyê
    Lavrov: Artêşa Rûsyayê ji bo provokasyona êrişa kîmyewî hişyarî kiribû
    Etîketan:
    rayedar, êriş, NBC Newsê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de