10:32 23 Nîsan 2018
    Îsraîl û Filistîn

    ‘Leşkerên îsraîlî bi wesayîta zirxî li ser laşê ciwanekî re derbas bûn'

    © REUTERS / Mohammed Salem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku leşkerên îsraîlî li bajarê El Xelîl ê Şeriaya Rojava bi zanebûn ciwanê filistînî bi wesayîta zirxî perçiqand.

    Kordînatorê Komîteyên Berxwedana Gel ê El Xelîlê Ratib el-Cubur di axaftina xwe de ragihand ku leşkerên îsraîlî li bajarokê Yatta yê El Xelîlê ciwanê filistînî yê 17 salî bi navê Nasir Abdurabbu bi wesayîta zirxî perçiqand.

    Ratin el-Cubur di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nasir Abdurabbu bi motorsikletê di rêya xwe de dimeşiya, lê leşkerên îsraîlî bera wî dan wesayîta zirxî ku nêzî wî bû lê qelibî û bi ser laşe wî de derbas bû."

    El-Cubur di dirêjiya axaftina xwe de got: "Leşkerên îsraîlî ciwanê filistînî li kêleka rê bi awayekî birîndar hiştin û reviyan. Di laşê Abdurabbu de gelek cihên şikestî û birîn çêbûn û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin."

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
    Îsraîl: Xazeyê bihêlin Sûriyê bombebaran bikin
    Îsraîl: NHByeke me li başûrê Libnanê ket
    Îsraîl 100 heb sekwanan li ser sînorê Xezeyê bicih kirin
    ‘John Bolton xwestiye Îsraîl êrîşî Îranê bike’
    Etîketan:
    Kordînatorê Komîteyên Berxwedana Gel ê El Xelîlê, Ratib el-Cubur, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de