
©
REUTERS / Faisal Al Nasser
Li gor nûçeya Şerk-ul Ewsed a Tirkî ku dispêre çavkaniyên leşkerî yên Yemenê, balafirên şer ê Koalîsyona Erebî li bajarê Saada ya Yemenê civîna fermandar û rêvebirên husî ku ji bo îstîşare û zeximkirina eniyan civiya bûn hedef girt. Li gor agahiyên çavkanî di êrişa hewayî de gelek fermandar û rêvebirên husî hatin kuştin.
Ji aliyê din ve balafirên şer ê Koalîsyona Erebî di nava 5 rojên borî de li hemberî çeperên milîsên husî yên li Beyda û Maribê zêdetirî 25 êrişên hewayî pêk anîn.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)