17:49 25 Gulan 2018
leşkerên îsraîlê-îsraîl

Îsraîl: Xazeyê bihêlin Sûriyê bombebaran bikin

© AP Photo/ Mahmoud Illean
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştê îdiayên ku ‘rejima Sûriyê li Xûtaya Rojhilat bi çekên kîmyevî êrişî sivîlan kir’ rayedarên Îsraîlî gotin lazim e mudaxale bi Sûriyê bê kirin.

Wezîrê Ewlehiya Civakî yê Îsraîlê Gilad Erdan, di daxuyaniya ku di radyoya Îsraîlê de Sûriyê kir armanc û got: Bi min gere Amerîka mudaxeleya leşkerî li Sûriyê bike û hijmara leşkerên xwe yên li Sûriyê zêde bike. Erdan di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "rewşa li Xûtaya Rojhilat durûtiya Ewropayê dide nîşan, lewra li Sûriyê bi hezaran însan dimirin kes deyn nake, lê li têkoşîna Îsraîlê ya bi terorên ku Hemas dişîne ra rexneyan dikin.

Di derbarê van îdiayan de Wezareta Karên Derve yê Îranê daxuyandibû ku: Ti bingeheke van îdiayan tuneye, welatên rojava ji bo ku li hember Rejima Sîriyê mafdar derbixin û operasyonên leşkerî bikin van îdiayan derdixin holê.

Bi heman mijarî:

Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e
‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
Îsraîl: Ji bo sewkiyata xaza siruştî bo Ewropayê bi Tirkiyeyê re hevdîtin dewam dikin
‘John Bolton xwestiye Îsraîl êrîşî Îranê bike’
Îsraîl: NHByeke me li başûrê Libnanê ket
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de