02:36 28 Gulan 2018
Moşek

Husiyan bi moşekên balîstîk êrişî bajarê Necranê kir

© REUTERS / farsnews.com
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Milîsên husî yên Yemenê dîsa bi moşekên balîstîk êrişî bajarê Necran ê Erebistana Siûdî kirin, moşek bi pergala parastina hewayî hat îmhakirin.

Berdevkê Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike General Turki el-Malikî di daxuyaniya xwe ya ajansa nûçe ya fermî SPAyê got: "Ji bajarê Sada yê Yemenê moşeke balîstîk bo bajarê Necran ê SiûdÎ hat pekandin."

Turki el-Malikî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: Moşeka balîstîk ji aliyê pergala parastina hewayî ya Siûdî ve hat îmhakirin, lê perçeyên şerabnel ê moşekê li herêmeke niştecih ketiye û e nizanin gelo ziyanê aborî pêk hatiye an na."

Malikî di dirêjiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Êrişa moşekî ya husiyan li hemberî Erebistana Siûdî tê wateya ku Îran piştgiriya xwe ya çekî bo husiyan dewam dike. Husiyên ku ji Îranê piştgiriyê werdigrin rasterast biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) îhlal dikin, ev ihlal Siûdî di serî de hemû herêmê tehdîd diki."

Bi heman mijarî:

Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Siûdî kir
Husiyan li tankereke Erebistana Siûdî xist
Fransa: Îran çekan ji husiyan re dişîne
Husiyan bi moşekan êrişî şirketa petrol a Siûdî kir
Husiyan bi moşekan êrişî Siûdî kir: Birîndar hene
Etîketan:
Husiyên Yemenê, Erebistan Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de