07:45 20 Nîsan 2018
    Filîstîn - Îsraîl - xwepêşandan

    Li sînorê Xezeyê 5 filîstînî hatin kuştin, 250 jî birîndar bûn

    © REUTERS / İbrahim ebu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Leşkerê Îsraîlê careke din li sînorê Xezeyê mudaxeleyî xwepêşanderên filîstînî kirin û hat ragihandin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest daye bi qasî 250 kes ji ber bandora gaza rondikrêj birîndar bûne.

    Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, li rojhilatê sînorê Xan Yûnûsê di encama gulereşana leşkerên îsraîlî de 5 xwepêşanderan jiyana xwe dest daye.

    Herwiha di destwerdana bi gaza rondikrêj de jî bi qasî 250 xwepêşander birîndar bûne.

    Hat zanîn ku ji Îna hefteya borî heta niha, di mudaxeleyên ser xwepêşandanên filîstiyan de ku bi navê ‘Meşa Vegera Mezin' berdewam dikin, hejmara kesên ji ber êrîşên leşkerên Îsraîlê can dane gihîştiye 24 kesan.

    Hêjayî gotinê ye, yek ji sedema girîng a xwepêşandanên ku dê 6 hefteyan berdewam bikin, tarîxa barkirina balyozxaneya Amerîkayê ya Telewîwê bo Qûdsê ye.

    Bi heman mijarî:

    Haley: Rûsya qet nabe dostê Amerîkayê
    Ji ber topbarana artêşa tirk 120 malbatên kurd koçber bûn
    Tirkiye ji bo biryara Amerîkayê ya Rosoboronexportê: Mijar hatiye girtin
    Nûnerê Putin: OPCW dizane li Saratovê çekên kimyewî nayên hilberîn
    Kesekî para xwe ya li Gola Mahsiyan bi 9 milyon lîreyan derxist firotanê
    Etîketan:
    Îsraîl, Filîstin, Filîstîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de