15:44 22 Nîsan 2018
    Filistîn - Îsraîl

    Di navbera leşkerên Îsraîlê û filistîniyan de şer: Kesek mir 40 kes jî brîndar bûn

    © REUTERS / Mohammed Salem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li sînorê dewleta Îsraîlê û Xazeyê filistîniyên ku ji bo mafê vegerê çalakî lidar xistin rastî êrîşa leşkerên îsraîlî ya bi çekan hatin, di encamê de ciwanekî filistînî yê 29 salî jiyana xwe winda kir. Herwiha di hefteyekî de hejmara miriyên di çalakiyê de derket 21an.

    Di çalakiya ku ji aliyê penaberên filistîniyan bo mafê vegerê meş hat li darxistin de pevçûn derket û cardin xûn rijiya. Hêzên Îsraîlê li Rojhilatê Han Yunus ciwanekî filistînî yê 29 salî kuşt. Ji destpêka meşê heta niha di hefteyekî de hejmara miriyên di çalakiyê de gihaşt 21 kesan. Bi tenê îro 40 kes di çalakiya meşa vegerê de ji ber êrîşa bi çek ya leşkerên Îsraîlê brîndar bûn.

    Protestoyên ku bi beşdariya bi deh hezaran kesan ve tên li darxistin 8 hefteyan wê berdewam bike. Bi damezrandina dewleta Îsraîlê ve bi sedhezaran filistînî ji cih û warên xwe bibûn. Herwiha neviyên filistîniyên ku cihê xwe bûne bi çalakiya meşa mafê vegerê li sînorê Xaze-Îsraîlê kon avakirine.

    Bi heman mijarî:

    Filistîn ji bo civîna bi lez deng li Yekîneyên Ereban kir
    Erdogan: Ez vedixwînim ku Quds wekî payitexta Filistîn ya di jêr dagirkeriyê de were nasîn
    Filistîn: Em serxwebûna Kurdistanê red dikin, ev plana Îsraîlê ye
    Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike
    Etîketan:
    pevçûn, çalakî, leşker, kuştin, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de