17:26 25 Gulan 2018
Prensê welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed Bin Selman

Plana nû ya Welîehdê Siûdî dê Qeterê bike girav

© AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Erebistana Siûdî plan dike ku Qetera ji meha hezîranê ve xitiye bin dorpêçê û mueyîdeyan, bi projeyekê ji bejahiyê qur bike û bike giravek.

Di nûçeyeke malpera Ereb Newsê de, ku spartiye çavkaniyên erebî yên Erebistana Siûdî, projeyeke nû ya tûrîzmê ya Welîehdê Siûdî Muhammed Bîn Selman ragihand.

Ev projeya qenaleke deryayê ye ku ji aliyê rojhilatê Erebistana Siûdî ve derbas dibe û sînorê Qeterê jî di xwe de dihewîne. Ev jî tê wê wateyê ku Qeter ji erda nîvgirava erebî qut dibe û dibe giravek.

Tê plankirin ku dirêjahiya qenalê 60 kîlomitro, firehiya wê 20 mitro û kûrahiya wê jî 20 mitro be.

Ji bo terxana projeyê 2 milyar û 800 milyon dolar tê hesapkirin û ger dest bi çêkirina wê were kirin wê di nava 12 mehan de temam bibe.

Bi heman mijarî:

‘Siûdî dahatên hecê ji bo şerê Yemenê xerc dike'
Piştî 35 salan li Erebistana Siûdî holên sînemayê vedibin: Dê jin û zilam bi hev re rûnên
Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Siûdî kir
Li Yemenê di encama êrişa Erebistana Siûdî de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan
‘Piştî Siûdî gellek dewletên Ereb wê pêwendiyan bi Îsraîlê re deynin'
Etîketan:
Welîehdê Erebistana Siûdî, Muhammed bîn Selman, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de