03:16 23 Nîsan 2018
    Erebistan Siûdî - Jin - Sînema - Salona Sînemayê

    Piştî 35 salan li Erebistana Siûdî holên sînemayê vedibin: Dê jin û zilam bi hev re rûnên

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Erebistan Siûdî piştî 35 salan cara yekem saloneke sînemayê vedibe. Hat diyarkirin ku li salonên nû yên sînemayê dê jin û zilam bikaribin bi hev re rûnên û lî sînemayê temaşe bikin.

    Jinên Erebîstana Siûdî
    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Li gorî nûçeya BBCyê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê piştî 35 salan 18ê Nîsanê cara ewil saloneke sînemayê vedibe. Li gorî rêkeftina Erebistan Siûdî bi şirketa sînemayê American Multi-Cinema (AMC)di nava 5 salên pêş de li Erebistan Siûdî dê nêzî 40 salonên sînemayê vebin.

    'DÊ JIN Û ZILAM BIKARIBIN BI HEV RE LI FILMAN TEMAŞE BIKIN'

    Hat diyar kirin ku li salonên nû yên sînameyê dê jin û zilam bikaribin bi hev re rûnên û lî sînemayê temaşe bikin.

    CARA EWIL DÊ FILMÊ PANTERÊ REŞ WERE NÎŞANEDAN

    Tê gotin ku yekem fîlmê ku were pêşandan Black Panther a Marvel be.

    Tevî qedexeyê tê zanîn ku fîlmên Hollywoodê li Erebistana Siûdî berbalav in, herwiha rêzefîlmên televîzyonan jî bala xelkê wî welatî dikşînin.

    Midûrê Giştî yê AMCê Adam Aron di hevpeyvîna xwe ya bo Reutersê da zanin ku salonê nû dê bi karibe mazvûaniya 500 kesî bike.

    Herwiha Adam Aronî îdia kir ku, "salonan nû dê xweştirîn salona cîhanê be."

    Tê plankirin ku heta 2030î li Erebistana Siûdî bi qasî 350 salonên sînemayê vebin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hûsiyan serokê ku bi Riyadê re li hev kir kuştin, Erebistan jî Yemenê bombebaran dike
    Erebistan Siûdî ji bo Bexda û Beyrûdê balyoz tayin kirin
    Erebistan: Dorpêçiya li ser Qeterê heta daxwazên me bicih neyên dê dewam bike
    Erebistan: Eger pêdivî çêbibin em dikarin alîkariya tibbî û xwarinê bidin Qeterê
    Li Erebistan Siûdî êrişa xwekujî
    Muxalîfên ku Erebistan piştgiriya wan dike derbarê agirbestê de daxuyanî dan
    Etîketan:
    Sînema, AMC, Adam Aron, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de