21:11 24 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu

    Netanyahu bertek nîşanî daxuyaniyên Rûhanî da

    © REUTERS / Ronen Zvulun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî piştî zîrweya sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê amajê pê kiribû ku Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya terorê dike. Serokwezîrê Îsraîlê Benyami Netanyahu bertek nîşanî vê daxuyaniya Rûhanî da.

    Netanyahu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, "Di bê mentiqiyê de sînor tune ye. Rejîma terorîst ya Îranê hemû ûnsurên xwe yên terorê şandine Sûriyeyê, radibe Îsraîlê sûcdar dike. Ger haya ji fealiyetên terorî û sabotajê yên Feylak el-Qudsê (Hêzên taybet ên girêdayî pasdarên Îranê) li Sûriyeyê tune be, em wan agahdar bikin."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Enqereyê di çarçoveya pirsa Sûriyeyê de zîrweyeke sêalî lidarxistibûn.

    Rûhanî di çarçoveya zîrweyê de bal kişandibû ser wê yekê ku di demên dawiyê de herêm bi pirsa terorê re rû bi rû maye, ev terorîst ji aliyê hindek welatan ve têne perwerdekirin, fînansekirin û bi çekkirin.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu dîsa bersiv da: Yên ku li Efrînê sivîlan dikujin nikarin dersa exlaqê bidin me
    Erdogan: Eyy Netanyahu bi çeka xwe ya nukleerî forsa navêje
    Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin
    Netanyahu: Ji bo Rojhilata Navîn 3 metirsiyên mezin hene
    Ji bo Netanyahu tê gotin ku rasterast bi bertiîlê re têkildar e
    Netanyahu: Îstixbarata Îsraîlê nehişt ku DAIŞ balefira rêwiyan bixe
    Etîketan:
    Daxuyanî, Bertek, Benyamin Netanyahu, Sûriye, Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de