17:24 25 Nîsan 2018
    Moşek

    Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Siûdî kir

    © AP Photo /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîsên husî dîsa moşekeke balîstîk avêtin bajarê Cazana Erebistana Siûdî, lê moşek ji aliyê pergala parastina hewayî de hatiye îmhakirin.

    Li gor nûçeya televîzyona fermî ya Erebistana Siûdî Al Ekhbariyayê milîsên husî ji Yemenê moşekeke balîstîk avêtin Cazana ku yek ji bajarê sînor ê Erebistana Siûdiyê ye.

    Herwiha televîzyona aîdî husiyan El Mesireyê jî di nûçeya xwe de ragihand ku tesîsa şirketa petrol a Aramcoyê ku li bajarê Cazana Erebistana Siûdiyê ye bi moşeka Bedir 1ê hedef hat girtin. Koalîsyona Erebî ku Siûdî pêşengiya wê dike ji sala 2015an ve şerê husiyan dike.

    Hejayî gotinê ye ku di demên dawî de milîsên husî êrişên xwe yên moşekî li hemberî Erebistana Siûdiyê zêdekirine. Amerîka Îranê biçekdayîn û alîkariya husiyan tohmet dike, lê Tehran îdîaya alîkariyê qebûl nake.

    Bi heman mijarî:

    Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
    El Husî: Moşekên me yên balîstîk digihîjin qesra Qral Selman
    Şerê husî û hevalbendên Salih gur bû: Bi 10an kuştî
    Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî
    Etîketan:
    Husiyan bi moşekan êrişî Siûdî kir, Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de