17:21 25 Nîsan 2018
    YPG ABD

    ‘Şerê Tirkiyê yê YPGê xeleka nû ya tevdana Amerîka ya şerê Sûriyê ye’

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Akademiya Zanistên Rûsyayê yê Navenda Lêkolînên Ereb û Îslamê Bors Dolgov diyar kir ku berfirehkirina operasyona Tirkiyê ya li dijî YPGê di rojhilatê Firatê de, xelekeke din a tevdana şerê nû li Sûriyê ye.

    Dolgov ji Spûtnîkê re ragihand, "Amerîka di serî de dixwaze hikûmeta Esad hilweşîne û Sûriyeyê parçe bike. Çalakiyên dawî yên Amerîkayê jî tevdana şerekî nû li Sûriyeyê ye û amerîkî piştgiriya bo YPGê jî tê de, avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê rewşê aloztir dike."

    Pisporê rûsî di nirxandina xwe de, avakirina bêhtirî 25 baregehên leşkerî yên Amerîkayê bi plana avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê ve girêda û got, "Li van baregehan yekîneyên leşkerî têne çêkirin û milîtanên bermayiyên DAIŞê jî têne daxil kirin. Dê ev komên çekdar li dijî artêşa hikûmeta Sûriyeyê şer bikin û ev jî hokareke din a xerakirina aramiyê ye."

    ‘AMERÎKA HEWIL DIDE ŞEREKÎ NÛ LI SÛRIYEYÊ DERXE'

    Dolgov da zanîn ku dê di şer û aloziya ji nû ve rû bide de, hin welatên din jî werin beşdarîkirin û wiha domand:

    "Yek ji van welatan dibe ku Tirkiye ye. Niha Tirkiye hewil dide operasyona xwe ya li Efrînê ber bi Firatê ve berfireh bike û ev jî yek ji xeleka şer û pevçûnên nû ye, Yanî Amerîka li Sûriyeyê şerekî piralî tev dide û dê di nav vî şerî de hêz û pêkhateyên cuda cî bigirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Facebookê agahiyên 87 milyon kesan bê ûsûl bikar anî
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    Dozgerê amerîkî ji rayedarê bankeya Tirkiyê re 15 sal ceza xwest
    Etîketan:
    Tirkiye, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de