04:57 21 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Trump û Macron wek hev difikirin: Nabe ti tişt me ji rêgirtina DAIŞê li Sûriyeyê dûr nexe

    © REUTERS / Peter Dejong/Pool
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî ji bo Sûriyeyê bi telefonê axivîn. Serokkomariya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku herdu serok wek hev difikirin ku nabe ti tişt wan ji armanca bergirtina li vejîna DAIŞê li Sûriyeyê dûr bixe.

    Di vê demê de ku Amerîka hinek îşaretan dide ku hinek çalakiyên xwe yên li Sûriyeyê bide Fransayê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dîsa bi telefonê bi Trumpî re axift.

    Li gorî daxuyaniya serokkomariya Fransayê, "herdu serokan diyar kiriye ku wek hev difikirin ku nave ti tiç wan ji armanca rêgirtina li ber vejîna DAIŞê li Sûriye û Iraqê bi dûr bixe."

    Hevpeymaniya Amerîka pêşnegiya wê dike, gotinên "bal birina ji ser şerê DAIŞê û bidûrxistina ji armancê" ji bo operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî YPGê tên bikaranîn.

    Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Trump û Macron di mijara hevkariya ji bo pêvajoya veguhêz a siyasî a berfireh li Sûriyeyê de wek hev difikirin.

    Qesra Spî jî ragihand ku herdu serokan ew rê jî gotûbêj kirin da ku DAIŞê bi tevahî ji bin ji nav bibin.

    "MACRON DÊ DI 24Ê NÎSANÊ DE BIBE MÊVANÊ TRUMPÎ"

    Ji aliyê din ve, hat gotin ku" herdu serokan behsa sozên xwe yê misogerkirina jinavbirina temamî ya DAIŞê kiriye" û serdana Macronî ya 24ê Nîsanê bo Qesra Spî jî hatiye gotûbêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê serkeftina xwe ya Xûtayê deyndarê Navgînên Bêmirov e
    Sererkanê Rûsyayê: Hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derve ve tên birêvebirin
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    Etîketan:
    DAIŞ, Donald Trump, Emmanuel Macron, Fransa, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de