00:48 26 Nîsan 2018
    DAIŞ

    Li bajarê Diyalayê di navbera Artêşa Iraqê û DAIŞê de şer derket

    © AP Photo / Rased News Network via AP, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Diyala yê Iraqê di navbera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şer derket. Di şer de sivîlek jiyana ji dest da 3 sivîl jî birîndar bûn.

    DAIŞ
    © AP Photo / Militant website
    Li gorî agahiyan, ji ber şerê navbera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên rêxistina DAIŞê li gundekê sînorê Qeretepe, gulleyekê hawinê li nav malekê dikeve û di encamê de kesek sivîl canê xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birîndar bûne.
    Li gorî agahiyên ku rûdawê parve kirin li bajarokê Qeretepe ku li ser bajarê Diyalayê di navbera leşkerên Iraqê û DAIŞê de şer derket. Serokê Encûmena Bajarokê Qeretepeyê, Rehîm Ezîz jî di derbarê bûyerê de ragihandiye ku: Di dema şer de guleyekê hewanê li malekê ketiyê û di encama teqanînê de ji heman malbatê kesekî jiyana xwe ji dest dayê 3 kes jî birîndar bûne.

    Herwiha Ezîz destnîşan kir ku li devera Qeretepe tevgerên DAIŞê zêde bûne û dest bi êrişan kirine. Ji ber zêdebûna êrişan gelek şerîketên xebatên xwe terikandin û çûn.

    Bi heman mijarî:

    "Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'
    ‘DAIŞ amadehiya dagirkirina bajarê Samarrayê dike'
    'DAIŞ dîsa xwe organîze dike'
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Etîketan:
    kuştin, daiş, ÊRIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de