01:12 21 Nîsan 2018
    Muhammed bin Selman

    ‘Piştî Siûdî gellek dewletên Ereb wê pêwendiyan bi Îsraîlê re deynin'

    © AFP 2018 / Fayez Nureldine
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniyên prensê Welîahd Muhammed bîn Selman ku gotibû 'mafê dewleta Îraîlê heye axa xwe biparêze' di navbera herdû dewletan de wek nişaneya nêzîkbûnê hatibû binavkirin. Pisporê Polîtîkayên Derve yê Tirkiyeyê Ozdemir Akbal têkiliyên Îsraîlê û dewletên Ereban ji Sputnikê re nirxand.

    Pisporê Polîtîkayên Derve Ozdemir Akbal piştî daxuyaniyên prensê Welîahd Muhammed ku ‘mafê dewleta Îraîlê heye axa xwe biparêze' de daxuyand ku her çiqas di demek nêz de gavên ber bi çav neyên avêtin jî di demen pêş de ji bo polîtikayên mutefîkên xwe DYAyê û berjewendiyên xwe bi hevkarî wê tevbigerin.

    'ÎSRAÎL Û EREBISTANA SIÛDÎ BI ŞERÊ NAVXWEYÎYA SÛRIYEYÊ NÊZÎ HEV BÛN'

    Akbal eşkere kir ku tekiliyên di navbera Siûdî-Îsraîlê de bi şerê navxeyî yê Sûriyeyê nêzî hev bûn e. Herwiha ji bo pêşerojê hevkariyên dewletên heremê bi Îsraîlê re wê zedetir bibin û dewleta Îsraîlê bi welatên Nîvgirava Ereban re ji ser Erebistana Siûdî wê pêwendiyan deyne.

    Bi heman mijarî:

    Generalê Siûdî: Tekane rêya li ber Kurdan damezirandina Kurdistana mezin e
    Husiyan li tankereke Erebistana Siûdî xist
    Li ser sînorê Yemenê 5 leşkerên Erebistana Siûdî hatin kuştin
    Etîketan:
    Prens, Welîahd, Îsraîl, pêwendî, Ozdemir Akbal, siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de