15:42 22 Nîsan 2018
    Hemas

    Tuxaya El Qassam: Dê bedela wê li ser Îsraîlê gelek giran be

    © AP Photo / Adel Hana
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tuxaya Îzetîn El Qassam ku baskê leşkerî yê Hemasê ye piştî êrişa Îsraîlê ya li Xezzeyê li hemberî hemwelatiyên filistînî daxuyaniyek belav kir.

    Leşkerên îsraîlî
    © REUTERS / Mussa Qawasma
    Tuxaya Îzetîn El Qassam di daxuyaniya xwe de ragihand ku dijmin wê bedela vê gelekî giran bide û dê bibîne bê di berxwedanê de em çiqasî bi biryar in.

    Rêxistinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wêneyên 16 filistîniyên ku hatibûn kuştin parve kir û got: "Ji 16 filistîniyan 5 jê endamên Tuxaya Îzetîn El Qassamê bûn.

    Hêzên ewlehî yên Îsraîlê li Xezzeyê di çalekiya ‘Meşa Vegera Mezin' a filistîniyan de bi çekan êrişî xwepêşandêran kiribû û di encamê de 16 hemwelatî hatibûn kuştin û zêdetirî hezar kesî jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Corbyn bertek da Îsraîlê: Tiştên diqewimin dehşet e
    Balafireke Îsraîlê ket
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    Îsraîlê êrişî Xezzayê kir
    Parlamentera Îsraîlê ji bo berdana Salih Muslimî: Gelekî baş bû
    Etîketan:
    Tuxaya Îzetîn El Qassam, Hemas, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de