10:01 20 Nîsan 2018
    Yemen - Husî

    Husiyan li tankereke Erebistana Siûdî xist

    © AFP 2018 / ABDULLAH AL-QADRY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televîzyona El Erebiya ya Erebistana Siûdî ragihand ku tankereke petrolê ya Siûdî li Behra Sor rastî êrişa Husiyên Şîe yên li Yemenê hatiye.

    Televîzyona El Erebiya ya Erebistana Siûdî ragihand ku Husiyên şîe yên li Yemenê li Behra Sor êrişî tankereke petrole ya Erebistanê kirine

    Piştre jî koalîsyona ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike diyar kir ku tankereke petrolê ya Erebistanê li Behra Sor raştî êrişa Husiyên şîe yên li Yemenê hatiye û ziyaneke sivik di keştiyê de çêbûye.

    Hat diyarkirin ku, birêveberiya Husiyan a li Sanayê payteta Yemenê eşkere kiriye ku li Behra Sor keştiyeke şer a koalîsyona ereban ku Erebistana Siûdî peşengiyê dike, hedef girtine.

    ​Doh jî hêzên Hevpeymana bi pêşengiya Erebistana Siûdî li Yemenê li ser bajarê El-Hudeyde êrîşa hewayî lidarxistin, di encama êrîşê de ji heman malbatê 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin
    Li ser sînorê Yemenê 5 leşkerên Erebistana Siûdî hatin kuştin
    Lavrov: Bi tenê diyalog dikare dawî li şerê navxweyî yê li Yemenê bîne
    Başurê Yemenê ji nû ve vedije: Cûdaxwazan Aden stend
    Rûsyayê hebûna xwe yên dîplomatîk ên li Yemenê dan rawestandin
    Etîketan:
    petrol, keştî, El Erebiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de