17:21 24 Nîsan 2018
    Yemen û Erebîstana Siûdî

    Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin

    © REUTERS / Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Hevpeymana bi pêşengiya Erebistana Siûdî li Yemenê li ser bajarê El-Hudeyde êrîşa hewayî lidarxistin, di encama êrîşê de ji heman malbatê 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin.

    Hêzên Hevpeymana bi pêşengiya Erebistana Siûdî li ser bajarê El-Hudeyde operasyona hewayî lidarxistin. Di encama êrîşê de ji heman malbatê 7 jê zarok 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin. Li gor çavkaniyên heremî êrîş li ser malên kesên ku ji herema el-Halî koç kiribûn hatiye kirin. Hudeyde bajarê herî mezin yê weletê û di bin kontrola çekdarên hûsiyan de ye.

    Hikumet bi piştgiriya Hêzên Hevpeymana bi pêşengiya Erebistana Siûdî ve bi Hûsiyan re ev 3 sale pevdiçin, di şer de heta niha herî kêm 10 hezar kesan jiyana xwe winda kiriye, 2 mîlyon kes jî ji cih û warên xwe bûn û welatê xwe terikandin e.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
    Rûsya: Rewşa di navbera Yemen û Erebistana Siûdî de cihê fikarê ye
    “Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
    Îran: Dibe em li Yemen û Sûriyê baregehên deryayî ava bikin
    Etîketan:
    Hûsî, Herem, Hevpeyman, Pevçûn, Şer, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de