17:39 20 Nîsan 2018
    Leşkerên îsraîlî

    ‘Şerê li dijî Îsraîlê ne caiz e'

    © REUTERS / Mussa Qawasma
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Îsraîlê ji bo filistiniyan ji çalekiyên protestoyî dûr bixin vîdyoyên fetwayê yên alimên Erebistana Siûdî parve dike.

    Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li hisabê xwe yê medya civakî vîdyoyek parve kir û çalekiyên filistiniyan a ‘Meşa Vegera Mezin' wek ‘Meşa Kaosê' bi nav kir. Adraee di peyama xwe ya bi vîdyoyê de behsa peyvên alimên Erebistana Siûdî kir û ji filistiniyan xwest ku çalekiyan li dar nexin.

    Adraee di berdewamiya peyama xwe de gotinên endamê Heyeta Alimên Bilind a Erebistana Siûdî û Konseya Fetwa û Lêkolînên Ilmî Salih bin Fevezan el Fevezan ku gotibû ‘çalekî û protesto ne karê misilmanan e' gotin û daxwaz kir ku filstînî beşdariya çalekiyan nebin.

    Miftiyê Erebistana Siûdî û Serokê Heyeta Ulema Ebdulezîz Al Şêx jî berê di axaftineke xwe ya televîzyonê de gotibû ‘şerê li dijî Îsraîlê ne caiz e, Hemas rêxistineke terorê ye û li hemberî Hizbullahê mirov dikare bi artêşa Îsraîlê re hevlariyê bike."

    Bi heman mijarî:

    Corbyn bertek da Îsraîlê: Tiştên diqewimin dehşet e
    Balafireke Îsraîlê ket
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    Îsraîlê êrişî Xezzayê kir
    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist
    Etîketan:
    Berdevkê artêşa Îsraîlê, Avichay Adraee, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de