15:46 22 Nîsan 2018
    Muhammed Bin Selman

    Siûdî: Mafê îsraîliyan jî heye li welatê xwe bi aştî bijîn

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman di hevpeyvîneke xwe de got ku mafê îsraîliyan jî heye li welatê xwe di nav aştiyê de bijîn.

    Li gor nûçeya Reutersê Selman di hevpeyvîna kovara amerîkî The Atlantic de gotiye, "Mafê îsraîliyan jî heye li welatê xwe di nav aştiyê de bijîn' ev gotinên wî jî wekî nêzîkbûna Riyaz û Telewînê hatine nirxandin.

    Prensê Siûdî di bersiva xwe de behsa berjewendiyên hevpar ên Erebistana Siûdî û Filîstînê kiriye û wiha gotiye:

    "Xwedîtiya welatê xwe mafê îsraîliyan û filîstîniyan e. Lê belê ji bo asayîkirina têkiliyan û dabînkirina aramiyê ji bo her kesî, pêwîstî bi peymana aştiyê heye."

    'GELEK BERJEWENDIYÊN ME BI ÎSRAÎLÊ RE HENE'

    Selman di hevpeyvînê de bal kişandiye ser fikarên welatê xwe yên derbarê dahatûya mizgefta pîroz û mafên gelê Filîstînê û wiha pê de çûye:

    "Bi Îsraîlê re gelek berjewendiyên me yên hevpar hene. Heger aştî pêk were dê gelek berwendiyên din di navbera Îsraîlê û Teşkîlata Hevkariya Kendavê de çêbibin."

    Bi heman mijarî:

    Agir bi avahiya hilbijartinên Tirkiyê ket
    AFPê ji baregeha Amerîka ya Minbicê wêneyên nû belav kirin
    Li Wanê zaroka 3 salî di çem de xeniqî
    ‘Artêşa Tirkiyeyê ji ber êrîşên PKKê li Kanî Masê nikare pêşde biçe’
    ‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’
    'Balkêştirîn dapîra dinyayê'
    Ji Koşka Spî derbarê hevdîtina Pûtîn û Trump de daxuyanî
    Etîketan:
    Prensê Siûdî Muhammed bin Selman, Filîstîn, Îsraîl, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de