01:12 26 Nîsan 2018
    Nexşa Rojhilata Navîn

    Peymaneke hevkariya leşkerî di navbera 4 welatên Rojhilata Navîn de

    © Fotolia / Peyman Kaiedi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 03

    Wezîrê Hundir ê Iraqê Qasim Eracî îro duşemê diyar kir ku peymaneke leşkerî di navbera Iraq, Kuweyt û Erebistana Siûdî de çêbûye.

    Li gorî ajansa Anadoluye ya tirkî, Erecî diyar kiriye ku "di çarçoveya qonaxa piştî rêxistina DAIŞê ya terorîst de, peymana çaralî dê ewlekirina sînorên hevbeş misoger bike."

    Wezîrê iraqî di dema vekirina kargeke girêdayî fermandariya şerî ya sînoran li Kerbelayê axift û got, "qonaxa piştî DAIŞê pêwîst dike ku sînor werin misogerkirin û rola îstîxbaratî were çalakkirin û hevkariyek li gel Erebistana Siûdî, Kuweyt û Urdunê di vê çarçoveyê de heye."

    Erecî got, "sala 2018an dê sala piştgirtina sînor û îstîxbaratê be û vekirina hevkariya navbera hemû dewletan be."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Asayîşa Iraqê li Kerkûkê dîsa kurd ji mal revandin
    Serokê PSDK: Divê kurd li hemberî Iraqê hewqas xwe biçûk nekin
    Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
    ‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
    Serşêwirmendê serokomarê tirk: Bi kurdên Iraqê re dema normalîzebûnê hatiye
    Helîkoptera ku leşkerên amerîkî tê de bûn li rojavayê Iraqê ket
    ‘Mudaxeleya li Iraqê bû sedema kaoseke mezin'
    Etîketan:
    Qasim Eracî, Kuweyt, Urdun, Erebistana Siûdî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de