22:13 19 Nîsan 2018
    Otobus

    Du otobusên karkeran li hev qelibîn: 15 mirî û 2 birîndar

    © AFP 2018 / JIJI PRESS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li rêya sereke ya El-Artela bakurê rojavayê Kuweytê du otobusên karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 15 karkeran jiyana xwe ji dest da.

    Şirketa petrol a Kuweytê ku girêdayî hikûmetê ye di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku otobusa karkeran a aîdî Şirketa Sondaj a Burganê û otobusa karkeran a Şirketa Avadaniya Keştî û Endezyariyê di rêya sereke ya El-Artelê de li hev qelibîn.

    Li gor daxuyaniya şirketê, di encama qezaya trafîkê de 7 koçberên karker ên hindî, 5 misrî û 3 pakistanî bi tevahî 15 karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku tîmên tensirustî yên girêdayî şîrketê û helîkopterên ambulans ê girêdayî Wezareta Tendirustiyê bi awayek kordîne birîndar û mirî rakirin morg û nexweşxaneyên herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Yekî di otobusê de peyamên rêwiyekî îxbar kir û polîsan ew rêwî desteser kir
    Di çenteyê pîra 74 salî ku di otobusê de ji bîr kir ‘serwet' derket
    Li Şamê di otobusê de teqîn: Kuştî û birîndar hene
    Li Peruyê qezaya otobusê: 16 mirî û 32 birîndar
    Etîketan:
    Li kuweytê qezaya trafîkê, Kuweyt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de