02:30 20 Nîsan 2018
    Filistîn - Îsraîl

    Yekîtiya Erebî ji bo Filistînê bi Rewşa Awarte civînekê li dar dixe

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Yekîtiya Erebî ji bo ihlalên rêvebiriya Îsraîlê yên filistîniyan roja sêşemê di asta nûneran de civînekê li dar dixe.

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî ku berpirsyarê kare Filistînê ye Seîd Ebû Elî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku civîna navborî li ser daxwaza rêvebiriya Filistînê û bi serokatiya Erebistana Siûdî wê encam bide.

    Seîd Ebû Elî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di civînê de wê ihlalên leşkerên îsraîlî yên li hemberî filistîniyan û lîstikên talûke ku li Filistînê têne lîstin dê werin nirxandin."

    Ebû Elî di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Yekîtiya Erebî bûyerên ku diqewimin û 17 filistîniyên ku li Xezzeyê hatibûn kuşti ji nêz ve dişopîne, divê civaka navneteweyî ji b ovan ihlalên mafî yên Îsraîlê komîsyoneke lêpirsînê ava bike û berpirsyariya ku were ser mile wê bi cih bîne."

    Bi heman mijarî:

    Corbyn bertek da Îsraîlê: Tiştên diqewimin dehşet e
    Balafireke Îsraîlê ket
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    Îsraîlê êrişî Xezzayê kir
    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist
    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    Etîketan:
    îgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî, Seîd Ebû Elî, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de