18:34 20 Gulan 2018
    Benyamîn Netanyahu

    Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bersiv da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û got, "Artêşa herî bi exlaq ya cîhanê wê ji yekî ku cudahiyê naxe navbera sivîlan dersa exlaqê negire."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî kuştina 15 filîstîniyan li ser sînorê Xezeyê rexneyên tund li dewleta Îsraîlê girtibû. Li ser wan rexneyên Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu li ser hisabê xwe yê Twitterê bersiv da Erdogan û ev tişt gotin:

    "Artêşa herî bi exlaq ya cîhanê wê ji yekî ku ev bi salan e bêyî cudahiyê bixe navbera sivîlan bombebaran dike, dersa exlaqê negire. Wisa tê xuya ku roja 1ê Nîsanê li Enqereyê wisa pîroz dikin."

    Netnayahu beriya niha jî gotibû, "Erdogan kurdên sivîl bombebaran dike."

     

    Bi heman mijarî:

    Corbyn bertek da Îsraîlê: Tiştên diqewimin dehşet e
    Balafireke Îsraîlê ket
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    Îsraîlê êrişî Xezzayê kir
    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamin Netanyahu, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de