10:01 20 Nîsan 2018
    Filistîn - Xezze

    Rêveberiya Filîstînê bersiva erênî da daxwaza Rûsyayê

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberiya Filîstînê diyar kir ku ew amade ne vexwendina Rûsyayê ya "Lidarxistina Zîrweya Filîstîn-Îsraîlê li Moskowê" qebûl bikin.

    Li gorî nûçeyeke Aajnsa Anadolûyê (AA) Endamê Lîjneya Rêveberiyê ya Rêxistina Rizgarîyê ya Filîstînê Ehmed Mecdalanî got, "Aliyê Filîstînê amade ye li ser bingeha biryarên Plana Aşitiyê ya Ereban û biryarên navdewletî dest bi mizakereyan bike."

    Mecdelanî anî ziman ku Îsraîlê ew daxwaz red kiriye û ragihand ku ev vexwendina Rûsyayê ne ya pêşîn e, beriya niha jî bangewaziyên wisa hebûn.

    Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştî kul i Xezeyê 15 filîstînî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin, li ser daxwaza Kuweytê civîn li dar xistibû û Rûsyayê di wê civînê de ragihandibû ku ew amade ye zîrweya Filîstîn û Îsraîlê pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Trump axivîn: Mijar Filîstîn û Îsraîl bû
    Filîstîn dixwaze Rûsya malevaniya gotûbêjan bike
    Îsraîl: NHByeke me li başûrê Libnanê ket
    Îsraîl 100 heb sekwanan li ser sînorê Xezeyê bicih kirin
    ‘John Bolton xwestiye Îsraîl êrîşî Îranê bike’
    Etîketan:
    Endamê Rêxistina Rizgariyê ya Filîstînê, Ehmed Mecdelanî, Filîstîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de