19:20 20 Nîsan 2018
    NHBya Îsraîlê

    Balafireke Îsraîlê ket

    © AP Photo / Ariel Schalit, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Nebatiyeyê yê li başûrê Libnanê NHByeke Îsraîlê ket xwarê. Bi vê bûyerê ji meha rêbendanê û vir ve hemara NHByên Îsraîlê yên ketî gihîşt 4an.

    Hat ragihandin ku li bajarê Nebatiyeyê yê li başûrê Libnanê li navçeya Bînt Cubeyliyê Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NBH) ket xwarê.

    Ajansa nûçeyan ya Libnanê MNA ragihand ku NHByeke Îsraîlê di navbera herêmên Beraaşît û Beyt Yahûnê de ket xwarê. Di çapemeniya Libnanê de jî dîmenên NHByeke li ser îbranî nivisî belav bûn.

    Di daxuyaniya artêşa Libnanê de hat diyarkirin ku di wê NHByê de 4 moşekên neteqiyayî hebûn û ew li nêzikî Beyt Yahûnê ketiye û herwisa tîmên girêdayî artêşê ew moşek bêbandor kirine.

    Artêşa Libnanê hefteya borî jî daxuyandibû ku du balafirên Îsraîlê qada hewayî ya Libnanê ji bo demekê îhlal kiriye.

    Bi vê bûyerê hejmara NHByên Îsraîlê yên ku îsal ketine, gihîşt 4an.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    Îsraîlê êrişî Xezzayê kir
    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist
    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    Etîketan:
    NHB, ket, Artêşa Libnanê, Îsraîl, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de