01:22 24 Gulan 2018
    Efrîn - Sûriye

    CNN: Ne dikarin vegerin Efrînê, ne jî dikarin derbasî Helebê bibin

    © REUTERS / Mahmoud Hebbo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xebatkarê CNNê Ben Wedeman piştî operasyona dewleta Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ya dijî Efrînê, bi niştecihên bajêr re axivî û ramanên xwe yên derbarê niştecihan de anî ziman: "Ne dikarin vegerin Efrînê ne jî dikarin derbasî Helebê bibin."

    Dewleta Tirkiyeyê û komên girêdayî wê di 20ê Rêbendanê de li dijî Efrînê dest bi operasyona leşkerî kiribûn. Piştî ketina navenda bajarê Efrînê ya artêşa Tikriyeyê û komên girêdayî wê, bi hezaran efrînî ji cih û warên xwe bibûn, herwiha rojnamevan û rêxistinên navnetewî ku li heremê dixebitin banga alîkariya lezgîn kiribûn.

    Xebatkarê CNNê Ben Wedeman piştî operasyona Tirkiyeyê bi gellek niştecihên Efrînê re roportaj kir û li daxwazên wan guhdarî kir. Wedeman daxuyand ku efrînî di mizgeft, dibistan û otobusan de dijîn. Kesên ku roportaj dan rojnamevan Ben Wedeman bilêv kirin ku ne dikarin biçin Efrînê, ne jî dikarin derbasî Helebê bibin.

    Muhammedê ji Efrînê eşkere kir ku dibêjin rêyên Helebê vekirîne, lê ji bo derbasbûnê 400 hezar lîreyê Sûriyeyî (1900 dolar) dixwazin, yên ku nedin nikarin derbas bibin. Keça bi navê Fîdan jî ji Wedeman re axivî û betaniyeya xwe nîşanî wî da: "Em bi vê betaniyeyê radizên, ji ber ku tuneye, em dixwazin ji vir biçin, zarok nexweşin divê biçin nexweşxaneyê."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê KREyê: Efrîn dê bi Entaqyayê ve were girêdan
    Sûriye: Em ê Golan û Efrîn jî di nav de hemû axa Sûriyê rizgar bikin
    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    Etîketan:
    Herem, CNN, operasyon, Efrîn, CNN, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de