07:29 24 Nîsan 2018
    Muhammed bin Selman

    Prensê welîahd ê Siûdî: Esad dimîne

    © AFP 2018 / Fayez Nureldine
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman ku serdana Amerîkayê kiribû ragihand ku wê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li ser desthilatê bimîne.

    Prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman ku serdana Amerîkayê kiribû di hevpeyvîna xwe ya kovara Timeyê de got: "Divê hêzên amerîkî heta demeke din li Sûriyeyê bimînin."

    Muhammed bin Selman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wê Beşar Esad li ser desthilatiyê bimîne, lê hêvî dikim nebe quqlayê dewleta Îranê."

    Bin Selman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îran milîsên herêmê bi kar tîne û dixwaze ji Bêrûdê hetanî Tehranê hilala şîî ava bike." Prens ji bo baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Dêra Zora li Sûriyeyê jî got: " Eger Amerîka van hêzên xwe ji wir bikşîne dê ewlehî zirarê bibîne. Ew baregeh li wir gelekî bikarhatî ye."

    Bi heman mijarî:

    Prensê Siûdî mikur hat: Ji bo serbestberdanê min pere dan
    Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e
    ‘Prensê Siûdî dayîka xwe êsîr girtiye'
    Prensê Siûdî li balafirxaneyê întîxar kir
    Ji bo azadiya prensê Siûdî 6 milyar dolar hat xwestin
    Etîketan:
    Prensê welîahd ê Siûdî, Muhammed bin Selman, Amerîka, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de