07:30 22 Gulan 2018
    NHB

    Îsraîl: NHByeke me li başûrê Libnanê ket

    © REUTERS / Dado Ruvic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Îsraîlê li başûrê Libnanê ket. Telavîve jî ketina NHByê serast kir.

    Filistîn - Îsraîl
    © REUTERS / Mohammed Salem
    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Libnanê (NNA), Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Îsraîlê di navbera herêmên Baraşît û Beyt Yahunê de ku dikeve başûrê Libnanê ket.

    Televîzyona Al-Manar ku navenda wê li Bêrûdê ye jî di nûçeya xwe de ragihand ku nûçegihanê Al-Manarê ragihand ku NHBeyeke sîxurî ya Îsraîlê li herêma Baraşît-Beyt Yahunê ket. Wêneyên NHBya ku nivîsên Îbranî li ser hebûn di henek dezgehên çapemeniyê de jî hatin weşandin.

    ÎSRAÎL: NHB JI BER ARÎZEYEKE TEKNÎKÎ KET

    Libnanê heta niha çend caran ji bo ku Îsraîl bêdestûr qada wê ya hewayî bi kar aniye li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî gilî kiriye.

    Artêşa Îsraîlê ketina NHBya Libnanê serast kir û got: "Şeva borî Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) ji ber arîzeyeke teknîkî li qadeke vekirî ya başûrê Libnanê ket."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl 100 heb sekwanan li ser sînorê Xezeyê bicih kirin
    ‘John Bolton xwestiye Îsraîl êrîşî Îranê bike’
    Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Etîketan:
    NHB, Libnan, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de