15:46 22 Nîsan 2018
    Mahmûd Abbas

    Mehmûd Ebas bang li NYyê kir

    © AFP 2018 / ABBAS MOMANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo gelê Filîstînê biparêze bilez bikeve nav tevgerê.

    Ebas di bernameyeke televizyona Filîstînê de li ser bûyerên li sînorê Xezeyê qewimîne axivî û bangewaziya parastina xelkê Filîstînê li NYyê kir.

    Mehmûd Ebas got, "Dê peyama me ya li Lûtkeya Erebî ya dahatû de zelal be û dê peyamên pabendbûna prensîbên neteweyî bên dayîn."

    FILÎSTÎNÊ ŞÎNA NETEWÎ RAGIHAND

    Hêjayî gotinê ye, xelkê Filîstînê 30ê Adarê bi sedema bîranîna destdanîna bi hezaran donum erdên Filîstînê ji aliyê Îsraîlê ve li 30ê Adara 1976an bi navê ‘Roja Vegera Mezin' a Bîranîna Xakê de meşiyabûn ser sînorê Xezeyê.

    Meşa filîstîniyan rastî destwerdana çekdarî ya leşkerên Îsraîlê hatibû ku 15 kesan can dabû û bi qasî 400 kes jî birîndar bûbûn.
    Filîstînê ji bo qûrbaniyên bûyera li sînorê Xezeyê şîna netewî ragihand.

    Herwiha li ser daxwaza Qûweytê Konseya Ewlekariya NYyê jî bi awayekî lezgîn dicive.

    Bi heman mijarî:

    Li Elezîzê erdhej çêbû
    KENY ji bo Xezeyê civîna ‘lezgîn’ li dar dixe
    Li Amedê polîsan bi ser avahiya rojnameyê de girt
    Rûsya: Îstixbarata amerîkî ketiye hewla danûstandina bi dîplomatên hatine dersînorkirin re
    'Me êrîşa dijwar a li ser Kurdistanê li pey xwe hişt'
    Etîketan:
    Îsraîl, Filîstîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de