21:23 24 Nîsan 2018
    Prensê welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed Bin Selman

    Welîahdê Siûdî: Dibe ku di nava 10-15 salan de em bi Îranê re şer bikin

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê Welîahd Selman ''Divê em bi Îranê re ji pevçûnek leşkerî dûr bisekinin, heke em bisernekevin dibe ku di nava 10-15 salan de bi Îranê re şer bikin."

    Prensê Welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman beriya serdana Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) ji Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) re axivî û bilêv kir ku dixwaze fişara navdewletî ya li ser Îranê zêde bibe. Welîahdê Erebistanê, ''Divê em bi Îranê re ji pevçûnek leşkerî dûr bisekinin, heke em bisernekevin dibe ku di nava 10-15 salan de bi Îranê re şer bikin."

    Muhammed bîn Selman beriya serdana DYAyê ji bernameya CBSê re axivî. Selman di bernameyê de derbarê Ayetullah Alî Hamaney de got ku, Hîtlerê Rojhilata Navîn e û wiha berdewam kir: "Erebistana Siûdî li dijî pergala bombeya nukleerê ye, lê heke Îran ji bernameyê venegere bê gûman em ê jî dest bi xebatan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Prensê Welîahd ê Siûdî: Li ser daxwaza Amerîkayê li dijî Sovyetan me Wehabîtî belav kir
    Qral Selman bera prensê welîahd da û kurê xwe anî cihê wî
    Etîketan:
    Pevçûn, Îran, Prens, Welîahd, Muhammed bîn Selman, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de