14:36 20 Gulan 2018
    Ebdulfetah El Sîsî

    Sîsî di hilbijartinê de ji %90 deng stend û cardin bû serokomarê Misirê

    © REUTERS / Tiksa Negeri
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Çapemeniya fermî a Misirê daxuyand ku li gor pêşencamên hilbijratinê Serokomar Abdulfettah el Sîsî dengê 23 mîlyon dengdêran stend û li dijî reqîbê xwe serkeftinek mezin bidestxistiye. Çapemeniya fermî da zanîn ku Sîsî ji %90 deng bidesyxistiye.

    Li Misirê hilbijartina serokomariyê 3 rojan ajot û li gor pêşencamên ewil Serokomar Abdulfettah el Sîsî li dijî reqîbê xwe biserket û cara duyem ji bo 4 salan bû serokomarê Misirê. Li gor Rojnameya El Ahramê Sîsî ji dengan zêdetirî %90 deng stendiye û herwiha 23 mîlyon hemwelatiyên misrê dengê xwe daye Sîsî. Rojnameya dewletê El Ekber el Youm jî da zanîn ku reqîbê Sîsî, serokê Partiya Gadê Musa Mustafa Musa 721 hezar deng wergirtiye.

    Hat ragihandin beşdariya gel ya hilbijrtinê di bin sedî 50 ye û li Misirê 60 mîlyon dengdêrên tomarkirî hene. Ji aliyê din ve encamên teqez yên fermî roja duşemê wê bên eşkerekirin.

    Bi heman mijarî:

    Misir: Çalakiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê dişibin komkujiya ermeniyan
    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Misir ji ber ‘seksîbûna zêde' dansoza rûsî deport dike
    Misir: Operasyona Efrînê ya Tirkiyê derbeyeke li xebatên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê
    Senatorê rûs: Sûriye, Iraq û Misir dikarin pergalên S-400î bikirin
    Misir, biryara Trump ya li ser Qudsê zûde pejirandiye
    Etîketan:
    Dengdêr, Serokomar, Hilbijartin, deng, Misir, Rojnameya El Ahramê, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de