17:24 25 Gulan 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn - Mîrê Qatarê  Şeyh Temim bin Hamad el Sani

‘Mîrê Qatarê bo ewlehiya xwe li Moskowayê ye'

© Sputnik / Sergei Karpukhin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ji Zanîngeha Fînansê Gevorg Mirzayan serdana Mîrê Qatarê Tamim bin Hamad el-Tani ya Moskawayê nirxand û got, "Mîrê dewleta Dewlemend a Rojhilata Navîn e lê dewleta herî qels a herêmê ye, bo parastina leşkerî û polîtîk hatiye Moskowê."

Ji beşa Zanista Siyasetê a Zanîngeha Fînansê a Rûsyayê Gevorg Mirzayan derbarê serdana Mîrê Qatarê Tamim bîn Hamad el-Tani ya Moskawayê de ji Sputnikê re axivî. Mirzayan got: "Li gor Enstîtuya Rojhilata Navîn Qatar li dijî Erebistana Siûdî şerê aboriyê dikare bike û xwedî çavkaniyên xurt e, lê di şerê polîtîk de ewqas ne xwedî bi hêz e. Dihat payin ku dewletên kendavê bêyî gotina Amerîkayê nikarin gavekê biavêjin, lê Qatarê ev rêbaz xerakir û bi ser de jî zirarê dide berjewendiyên DYAyê."

Mirzayan di axaftina de bal kişand ser fişara Trump ya ser Qatarê û wiha got: "Serokê Amerîkayê wê fişarê li Qatarê bike, bi ser êrîşên dewletên kendavê de fişara Trump wê Qatarê bixe tengasiyê. Ji ber ve jî pêwistiya Qatarê bi Moskowayê re heye. Armanc ew e ku piştigiryekê ji rêvebiriya Moskowayê bidest bixe."

Mirzayan da zanîn ku baregeha Tirkiyeyê ji bo ewlehiya Qatarê û Mîrê wê ne bes e, pêwistiya Qatarê bi hêzek xurtir heye ku li dijî êrîşên mezin wê biparêzê. Ji ber vê jî çav bera xarantoriya Rûsyayê daye.

Bi heman mijarî:

'Berpirsyarên xistina helîkoptera Rûs Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar in'
Îran: Erebîstana Siûdî û Qatar çima ji hewldana derbeyê ne 'bêkêf' in?
Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
Nûnerê FIFA: dibe ku Rûsya û Qatar ji mafê birêvebirna qehremaniya cîhanê a futbolê bê parbibin
Etîketan:
Mîr, Qatar, Pere, Ewlehî, Aborî, Gevorg Mirzayan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de