17:40 22 Nîsan 2018
    Prensê welîahd yê Erebistana Bin Selman û Sekreterê Giştî yê  NYyê  Antonio Guterres

    Prensê Welîahd ê Siûdî: Li ser daxwaza Amerîkayê li dijî Sovyetan me Wehabîtî belav kir

    © REUTERS / Amir Levy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed Bin Selman ji Karen De Youngê Washington Postê re axivî û da zanîn di dema Şerê Sar de li ser daxwaza Amerîkayê li dijî Sovyetan me Wehabîtî belav kir.

    Prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed Bin Selman (MbS) bo du hefteyan serdan Amerîkayê kir. MbS ragihand ku li ser daxwaza Washîngtonê li dijî Sovyetan me Wehabîtî belav kir.

    WP: WEHBÎTÎ WEKE BINGEHA TERORÎZMA NAVDEWLETÎ TÊ NÎŞANDAN

    Li gorî nûçeyê li ser pirsa bîrdoziya serwer a Erebistanê Wehabîtî weke bingeha terorîzma navdewletî tê nîşandan bi fînansmanê wê Erebîstan e, MbS got pêvajoya ku hêzên navdewletî ji bo mizgeft û medreseyên digihîje dema Şerê Sar.

    PRENS: JI ME HAT XWESTIN KU EM ÇAVKANIYÊN XWE SEFERBER BIKIN

    Prensê welîahd MbS ji bo ku Yekîtiya Sovyetan bi welatên misilmana re peywendiyên xwe bi pêş de nebe hevpeymanan ji Erebistan Siûdî xwestin ku çavkaniyên xwe seferber bikin.

    ‘HIKÛMETÊN SIÛDÎ JI BER VÊ YEKÊ KONTROL JI DEST DAN'

    MbS destnîşan kir ku Hikûmetên Siûdî ji ber vê yekê kontrol ji dest dan û,"divê êdî em her tiştî cardin bidine ser hev. Êdî fînansmanê belavkirina Wehabîtiyê ne hikûmet e bes weqfên navendî yên li Erebistan Siûdî ne."

    Hêjayî gotinê ye ku prensê welîahd MbS duhî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê civiya bû, îro jî dê bi pêşengên lobiya cihûyên li Amerîkayê re bicive.

     

    Bi heman mijarî:

    Prensê Siûdî mikur hat: Ji bo serbestberdanê min pere dan
    Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e
    ‘Prensê Siûdî dayîka xwe êsîr girtiye'
    Prensê Siûdî li balafirxaneyê întîxar kir
    Ji bo azadiya prensê Siûdî 6 milyar dolar hat xwestin
    Etîketan:
    Wehabîtî, Têkiliyên Amerîka û Erebistana Siûdî, Antonio Guterres, Prensê velîahd yê Erebistan Siûdî Muhammed bin Selman, Erebistana Siûdî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de