01:06 26 Nîsan 2018
    Erebîstana Siûdî

    Ji Siûdî bo Îranê: Em ê bersiva moşekan bidin

    © Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr ji bo êrişa moşekî ya Yemenê ragihand ku Siûdî mafê xwe yê bersivdayîna Îranê veşartî dihêle.

    Piştî hevdîtina prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re Adil Cubeyr bersiva rojnamevanan da. Cubeyr di axaftina xwe de got: "Hevdîtina bin Selman û Guterres gelekî bi erênî derbas bû. Ji bo alîkariya însanî ya Yemenê 930 milyon dolar bexşî Neteweyên Yekbûyî kir. Herwiha ji bo berfirehkirina lîman û serastkirina binesaziyê jî 70 milyon dolar alîkarî hat dayîn. Di hevdîtinê de mudaxeleya Îranê ya Yemenê jî hat rojevê."

    Cubeyr di berdewamiya axaftina xwe de ji bo êrişa husiyan a moşeka balîstîk bo Siûdî got: "Ev moşek li Îranê têne çêkirin. Îran biryara Neteweyên Yekbûyî ya ambargoya çekan bo Yemenê ihlal dike. Siûdî mafê xwe yê bersivdayîna Îranê veşartî dihêle."

    Bi heman mijarî:

    Nesrellah: Siûdî 2 pêşniyar li Sûriyeyê kir
    Li Erebistana Siûdî moşekek li devera ku xelk lê dijîn ket
    Erebistana Siûdî moşekeke balîstîk îmha kir
    Yekemîn balafira ku qada hewayî ya Siûdî bi kar anî li Telavîvê danî
    Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî, Adil El Cubeyr, Îran, Erabîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de