02:29 25 Gulan 2018
    Hasan Nasrallah

    Nesrellah: Siûdî 2 pêşniyar li Sûriyeyê kir

    © AP Photo / Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî Serokê Hîzbûllaha Libnanê Hesen Nesrellah, kraliyeta Erebistana Siûdî ji bo rêveberiya Beşar Esad du caran daxwaz jê kir, "Em amade ne piştgiriya xwe ya ji bo milîtanên ku Sûriye perişan kirin, bibirin û welêt ji nû ve ava bikin, bi sed milyar dolaran alîkariyê bidin lê bi şertekî: Peywendiya xwe bi Îranê re bibire."

    Li gorî ragihandina rojnameya El Exbarê ya Libnanê Serokê Hîzbûllaha Libnanê Nesrellah ev tişt gotin:

    'DU DAXWAZ KIRIN'

    "Di hevdîtinên navbera saziyên siûdî yên payebilind û şandeya sûriyeyî de siûdiyan diyar kir ku ew ê li hemberî bidawîkirina peywendiyên ligel Îranê, êdî piştgiriyê nedin terorîstan û ji bo Sûriyeyê ji nû ve ava bikin, wê bi milyaran dolaran bişînin. Ev daxwaz him di dema berê yê Şah Abdullah de him jî di dema niha ya Şah Selman de hat kirin."

    Nesrellah destnîşan kir ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di herdu caran de jî ew daxwaz red kirin û got: "Ev jî dide nîşan ku sedema bingehîn ya şerê li Sûriyeyê berxwedana li dijî Îsraîlê ye. Ji ber ku serkeftinên tevgera berxwedanê ji bo rojeva Amerîkayê ya li herêmê dibe metirsî."

    'DIXWAZIN LIBNANÊ LAWAZ BIKIN'

    Serokê Hîzbûllahê Amerîka tawanbar kir ku ew dixwaze bi taktîkên qirêj Erebistana Siûdî û welatên kendavê bi kar bîne û di 6ê Gulanê de midaxeleyê hilbijartinên li Libnanê bike û got, Welîehdê Siûdî Prens Muhammed Bîn Selman di meha mijdarê de Serokwezîrê Libnanê bangî Riyadê, ku ev ‘bi awayekî eşkere ragihandina şer e."

    Hesen Nesrellah parast ku ew dixwazin Hîzbûllahê ji hikûmetê dûr bixin, bi dewletê bînin rûbirû û Libnanê lawaz bikin.

    Bi heman mijarî:

    'Artêşa Sûriyeyê du herêmên din ên Xûtaya Rojhilatî Kontrol kirin'
    Sererkanê Rûsyayê: Hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derve ve tên birêvebirin
    Artêşa Sûriyeyê serkeftina xwe ya Xûtayê deyndarê Navgînên Bêmirov e
    ‘Amerîka û Rûsya li ser statûya kurdan a li Sûriyeyê li hev kirine'
    Sererkanê artêşa Rûsya û yê DYAyê mijara Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    pêşniyar, Hesen Nasrallah, Sûriye, Libnan, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de