09:59 20 Nîsan 2018
    Riyad

    Li Erebistana Siûdî moşekek li devera ku xelk lê dijîn ket

    © AP Photo / Hassan Ammar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku li Erebistana Siûdî ji bo bergiriya moşekên yemenî ji pergala parastina ya PAC-2 SAMê moşekekên amerîkî ku cûreya wan MIM-104Cyê hatin pekandin. Hat diyarkirin ku ji moşekên ku hatine pekandin 2 moşek li Riyadê li devera ku xelk lê dijîn, ketin.

    Li gorî zanyariyên The Aviationistê moşekên ku ji Yemenê têne pekandin hatin bêbandorkirin lê herî kêm du moşekên Patriotê ariza dan. Moşekek li hewayê teqiya ya din jî li devereke ku xelk lê dijîn, ket.

    Li gorî daxuyaniya Koalisyona Ereban ku pêşengiya wê Erebistan Siûdî dike amajê bi wê yekê hate kirin ku moşeka ku li devera ku xelk dijîn  ketiye ne ya moşeke amerîkî ye bes perçeyên moşekeke yemenî ye.

    ​Hat diyarkirin ku di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest daye.

    The Aviationist dîmenên bûyera li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku moşek nêzîkî devera ku dîmen têne tomarkirin dikeve.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî moşekeke balîstîk îmha kir
    Yekemîn balafira ku qada hewayî ya Siûdî bi kar anî li Telavîvê danî
    Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
    Husiyan bi moşekan êrişî şirketa petrol a Siûdî kir
    Prensê Siûdî mikur hat: Ji bo serbestberdanê min pere dan
    Welîahdê Siûdî: Ez li Qudsê berjewendiyên herkesi diparêzim
    Etîketan:
    The Aviationist, Patriot, Moşek, Erebistan Siûdî, Riyad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de