07:39 20 Nîsan 2018
    Mehmûd Ebbas

    Îstîxbarat Misrê hewl dide Ebbas ji kar dû bixe û Dahlan bîne cihê wî

    © REUTERS / Issam Rimawi/Pool/File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor nûçeyên çapemeniya erebî, îstîxbarat Misrê hewl dide ku Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas ji kar dûr bixe û Muhammed Dahlan bîne cihê wî.

    Li gor îdîayeke din, Serokê Dezgeha Îstîxbarata Filistînê Macid Ferec derbarê mijarê de raportek amade kir û pêşkêşî Ebbas kir. Ferec di raporta xwe de dibêje: "Xebata lihevkirina grûbên filistînî ku di bin çavdêriya îstîxbarata Misrê pêk hat de Ebbas hatiye hişyarkirin."

    Macid Ferec di berdewamiya raporta xwe de dibêje: "Piştî xebatên lihevkirinê, îstîxbarata Misrê gelek caran serdana Xezzeyê kir. Armanca sereke ya xebatên lihevkirinê ev e Muhammed Dahlanê ku Misir û Îmarata Erebî piştgiriya wî dikin bînin cihê Sêrokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas."

    Di dirêjiya raportê de tê gotin, eger Mehmûd Ebbas şertên lihevkirinê qebûl neke dê wek kesekî problem ku naxwaze êş û azara xelkê filistînî kêm bike were dîtin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
    Ebbas: Rêvebirekî ereb ji bo normalbûna bi Îsraîlê re pere pêşniyar kir
    Rûhanî, Ebbas vexwende Îranê
    Ebbas, Meşal û Heniyye li Qatarê li hevdu civiyan
    Lavrov: Vexwendina Pûtîn ya ji bo Ebbas û Netanyahu hêj jî derbasdar e
    Trump Ebbas vexwend: Êdî dema wê hatiye
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Filistînê, Mehmûd Ebbas, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de