04:10 20 Nîsan 2018
    Boko Haram

    Li Heratê du xwekujan êrişî mizgeftê kir: Kuştî û birîndar hene

    © AP Photo / Sunday Alamba
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Herata Afganistanê du xwekujan êrişî mizgeftê kir, encama êrişê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, du êrişkarên xwekuj li bajarê Herata ku dikeve rojavayê Afganistanê êrişî mizgeftê kirin. Li gor amareyên destpêkê di êrişa xwekujî de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

    Li gor nûçeya ajansa AFPê ku dispêre berpirsên ewlehî, rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya êrişa xwekujî girtiye ser xwe.

    Roja îna borî li bajarê Leşkergah ê Helmandê xelkê ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê ji stadyumê derdiket rastî teqînê hatibû û di êrişê de 15 kes hatibûn kuştin û herî kêm 50 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Heratê êrişa xwekujî: 4 kuştî û 6 birîndar
    ‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
    Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
    Karzaî: Divê Amerîka qebûl bike ku stratejiya wê ya Afganistanê ne serkeftî ye
    NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
    Etîketan:
    Li Heratê teqîn, Herat, AFganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de