17:36 25 Gulan 2018
Riyad

Erebistana Siûdî moşekeke balîstîk îmha kir

© AP Photo / Hassan Ammar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku moşeka balîstîk ya ku li dijî bajarê Riyadê yê paytexta Erebistana Siûdî hatiye avêtin, hat îmhakirin.

Piştî ku li gelek cihên Riyadê dengê teqîneke mezin hat bihîstin, televîzyona Erebistana Siûdî ya bi navê El Exbariyeyê daxuyand ku Hêzên Hewayî li bakurê rojhilat yê Riyadê moşekeke balîstîk îmha kiriye.

Hat diyarkirin ku ew moşeka balîstîk ji aliyê pergalên parastinê ve hatiye îmhakirin û ti qurbanî nehatiye dayîn.

Wezareta Karên Derve ya Siûdî di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de got, "Erebistana Siûdî wê ji aliyê zarokên xwe ve were parastin. Em bi saya fezîleta Xwedê û hêzên xwe yên qehreman bi ewle ne."

Beriya niha Erebistana Siûdî çen caran moşekên balîstîk yên ji aliyê Hûsiyên li Yemenê ve hatibûn avêtin, îmha kiribûn.

Bi heman mijarî:

Yekemîn balafira ku qada hewayî ya Siûdî bi kar anî li Telavîvê danî
Husiyan bi moşekan êrişî şirketa petrol a Siûdî kir
Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
Prensê Siûdî mikur hat: Ji bo serbestberdanê min pere dan
Welîahdê Siûdî: Ez li Qudsê berjewendiyên herkesi diparêzim
Etîketan:
moşeka balîstîk, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de