08:39 23 Nîsan 2018
    ABD askeri-Afganistan

    Amerîkayê serkirdeyê Talîban ji destê xwe revandiye

    © AFP 2018 / WAKIL KOHSAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derket holê Amerîkayê serkirdeyê Talîban Mansur, ku hat kuştin, di sala 2016an de li Dubaiyê ji destê xwe revandiye. Hat diyarkirin ku gava rayedarên Qesra Spî nîqaş dikirin ku wê Mansur çawa di destên xwe de bigirin, Mansur reviyan Îranê û ji wir jî reviyan Pakistanê.

    Derket holê Amerîkayê serkirdeyê Talîbanê Melle Ehtar Muhammed Mansurê ku hat kuştin, di sala 2016an de gava ji bo komkirina alîkariyê û danûstandinê diçû Dubaiyê ji destê xwe revandiye. Di nûçeya Washington Postê de hat diyarkirin ku rayedarên Amerîkayê hîn bûn ku Melle Mansur di mehên bihara sala 2016an de bi nasnameyeke sixte ya Pakistanê çûye Dubaiyê.

    Rojnameyê îdia kir ku di sala 2016an de ji ber xistina metirsiyê ya hevdîtinên dîplomatîk yên navbera Efxanistan, Amerîka û Talîban girtina Mansu di navbera rayedarên amerîkayî de bûye sedema nîqaşê.

    Hat parastin ku Amerîkayê dizanîbû Mansur diçe Duaiyê lê hinek rayedarên amerîkayî xwestine ji vê rewşê sûd bigirin û wî ji bo hevdîtinên navbera Exfanistanê û Talîbanê bikar bînin.

    Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku hinek rayedarên amerîkayî xwestine Mansur bi hikûmeta Mîrnişiyên Ereb yên Yekbûyî bidin girtin, hinekan jî xwestine Amerîka rasterast wî bigirin. Ligel vê yekê hat gotin ku Amerîkayê agahiye girtiye Mansur ji Dubaiyê reviyaye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê berê: Tirkiye bi êrîşên xwe yên ser kurdan peyamê dide Amerîkayê
    Washington Post: Bolton di rêveberiya Amerîkayê de wê bibe sedema guherînên bingehîn
    Erdogan: Amerîkayê em xapandin, lê me bi ya xwe kir
    ‘Şam amadekariyê dike ku bersivê bide êrişên Amerîkayê'
    Dr. Rehîmî: Êrîşa Amerîkayê ya li ser Iraqê şiî bihêz kirin, kurd jî lawaz kirin
    Meclîsa Nûneran a Amerîkayê: Derbarê rêkeftina Trump û Rûsyayê de tu delîl tune ne
    Etîketan:
    Talîban, Melle Muhammed Mansur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de