17:20 25 Gulan 2018
Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

Wezîrê berê: Tirkiye bi êrîşên xwe yên ser kurdan peyamê dide Amerîkayê

© REUTERS / Khalil Ashawi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 04

Wezîrê berê yê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel diyar kir ku Tirkiyeyê bi êrîşên xwe yên ser Efrînê peyam da Amerîkayê û ji Amerîkayê re got, ew jî li herêmê heye û destûrê nade rêveberiyeke di bin kontrol kurdan de.

Gabriel jib o rojnameya almanî ya bi navê 'Der Tagesspiegel' gotareke bi sernavê "Piştî Efrînê Tirkiye û Rojava — Efrîn peyameke ji bo Amerîkayê' nivisî û di wê gotarê de derbirî ku Tirkiye ji bo vê peyamê bide Amerîkayê hêzên xwe şandin Sûriyeyê û bi nêzikî nîvê hêzên xwe yên hewayî di dîroka xwe de yek ji operasyonên herî mezin li dar xist. Gabriel di gotara xwe de got, "Tirkiye amade ye ji ber şandina hêzên xwe yên herêmên kurdan berdêleke giran bide: Êdî xwe bi welatên rojavayî ve girê nade."

Sigmar Gabriel di berdewamiya gotarê de ev tişt nivisîn, "Midaxeleya leşkerî ya li ser Efrînê, ji bo Amerîkayê peyameke eşkere ye. Li Sûriyeyê pergala piştî şer divê bêyî qebûlkirina Tirkiyeyê pêk neyê û pêkanîna rêveberiyeke di bin kontrola kurdan de ji aliyê Tirkiyeyê nayê qebûlkirin."

Wezîrê berê bal kişand ser ku YPG û PYD wekî li Amerîkayê li welatên Ewropayê jî wekî ‘rêxistinên terorê' nehatine qedexekirin û parast ku Amerîka bi çekdayîna xwe ya ji bo YPGê destûr da rêveberiyeke kurdan û vê yekê Tirkiye sor kir. Gabriel got, "Tirkiye vê rewşê qet qebûl nake û êrîşên leşkerî wê berdewam bikin."

Bi heman mijarî:

‘Şandekê bi mijara Efrînê li Îmraliyê serdana Ocalan kir'
Erdogan: ASAya ku na ecibînin di operasyona Efrînê de 302 wendahî dan
YPG: Di 3 rojên dawiyê de li Efrînê zêdetirî 60 çekdarên girêdayî artêşa tirk hatin kuştin
Xwenîşandana kurdan û piştgirên wan li Parîsê ji bo Efrînê
Etîketan:
peyam, Wezîrê berê yê Karên Derve yê Almanyayê, Sigmar Gabriel, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de