00:55 21 Nîsan 2018
    Ambûlans - Misir

    Êrîşeke bombeyî li bajarê Îskenderiyê yê Misirê: Kuştiyek û 4 birîndar

    © AP Photo / Amr Nabil
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Îskenderiyê yê Misirê bi otomobîleke bombebararkirî êrîşek pêk hat û di encamê de herî kêm kesek hat kuştin û 4 birîndar bûn.

    Malpera Eşerq el Ewset a ferî ragihand ku" dengê teqînekê ji kollana Mueskera Romanî ya Herêma Ruştî ya Îskenderiyeyê hatiye bihîstin û hêzên sivîl çûne cihê deng hê hatiye".

    Berdevkê Wezareta Tunduristiyê Xalid Mucahîd ji Ajansa Sputnikê re ragihand ku "di encama teqînê de ketsek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne."
    Ji aliyê din ve Reutersê ragihand ku bi daxuyaniyeke fermî hatiye gotin ku "teqîna bajarê Îskenderiyê birêveberê ewlekariya parêzgehê kiriye armanc û di ecnamê de polîsek hatiye kuştin û çarên din jî birîndar bûne."

    Wezareta Hundir a Misirê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku fermandar û hêzên sivîl çûne cihê bûyerê û niha lêpirsîn dewam dike.

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî û Misirê ji bo Sînayê peymana 10 mîlyar dolarî îmze kirin
    Li Misirê goristaneke 3 hezar salî ya firewnan hate dîtin
    Artêşa Misirê: Li nîvgirava Sînayê 16 milîtan hatin kuştinê
    Misirê hişyarî da Tirkiyeyê: Lawazkirina serweriya me nayê qebûlkirin
    ​Fermandarê YPG spasiya Misirê kir
    Ji Rûsya û Misirê tetbîqateke leşkeri ya hevpar
    Li Misirê 15 kes hatin darvekirin
    Etîketan:
    êrîşa bombeyî, teqîn, Xalid Mucahîd, Misir, îskenderiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de