20:29 23 Nîsan 2018
    Ryan Dillon

    Hevpeymanî: Operasyona li dijî Efrînê bala HSDê ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir

    © AP Photo / Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Hevpeymaniya ya ku pêşengiya wê Amerîka dike Albay Ryan Dillon ragihand Operasyona Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li dijî Efrînê bala Hêzê Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir.

    Berdevkê hevpeymaniyê Albay Dillon ji paytexta Iraqê Bexdayê derbarê operasyona ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî ji Spûtnîkê re xivî û anî ziman ku HSDê bala xwe ji têkoşîna bi DAIŞê re daye ser Efrînê.

    ‘OPERASYONAN KABÎLIYETA ME YA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞÊ SÎNORDAR KIR'

    Dillon, "HSDê hejmara şervanên xwe yên ku çûne Efrînê weke 1700 eşkere kiribû. Di vê mijarê de ez dikarim bibêjim ku piraniya van kesên ku çûne Efrînê kurd bûn. Gelek serokên van hêzên li Geliyê Navîn ê Firatê veqetiya. Vê yekê kir ku operasyonan kabîliyeta me ya têkoşîna li dijî DAIŞê sînordar kir.

    ‘ÊDÎ PIRANIYA HSD EREB IN, KURDÊN DI NAVA HSDê DE KÊM BÛN'

    Dillon amaje pê kir ku têkoşîna li dijî DAIŞê didome û şervanên ku veqetiyan û çûne Efrînê bi awayekî neyînî bandorê li têkoşînê dike,"Ji ber operasyona Efrînê têkoşînê lawaz bû."

    Dillon diyar kir ku piraniya şervanên nû yên ku bo HSDê hatine stendin ereb in û hejmara kurdên di nava HSDê de kêm bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Dema ku koalisyonê Mûsilê ji DAIŞê paqij kir, herî kêm 9 hezar sivîl mirin'
    Balafirên Koalisyonê dayika 8 zarokan kuşt û zarokên wê sêwî hiştin
    Avustralya dîsa tevlî êrişên hewayî yên koalisyonê dibe
    KCD, DBP, KJA HDP: Êriş li dijî destkeftiyên hemû kurda û hêzên koalisyonê ye
    Etîketan:
    operasyona efrînê, têkoşîna li dijî DAIŞê, Albay Ryan Dillon, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de