13:48 25 Nîsan 2018
    Balafirxane - Telavîv

    Yekemîn balafira ku qada hewayî ya Siûdî bi kar anî li Telavîvê danî

    © AFP 2018 / JACK GUEZ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira pêşî ya aîdî Hindistanê ku qada hewayî ya Erebistana Siûdî bi kar anî li Telavîva paytextê Îsraîlê danî.

    Berdevka rêvebiriya balafirxaneyên Îsraîlê Lîsa Drîr di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Balafira yekemîn ya aîdî Hindistanê ku qada hewayî ya Erebistana Siûdî bi kar anî şevê din seet li 22:00an li Telavîva paytextê Îsraîlê danî.

    Lîsa Drîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Balafira bazirganî ya Hindistanê ku li Telavîvê danî vegeriya. Di dîrokê de ev yekemîn balafire ku qada hewayî ya Erebistana Siûdî bi kar tîne û li Îsraîlê daket e."

    Li gor zanyariyan, hefteyê wê 3 firînên beramberî hev di navbera Îsraîl û Hindistanê de pêk werin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê îsraîlî: Telavîv û Riyad bi dizî hevdîtinan dikin
    Telavîv: Bila herkes fêhm bike em destûrê nadin
    Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne
    Wezîrê Îsraîlê: Bila Telavîv piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
    Fermandarê îranî: Em ê Telavîv û Hayfayê bi erdê re bikin yek
    Etîketan:
    Berdevka rêvebiriya balafirxaneyên Îsraîlê, Lîsa Drîr, Hindistan, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de