13:57 25 Nîsan 2018
    Moşek

    Husiyan bi moşekan êrişî şirketa petrol a Siûdî kir

    © AP Photo / Amir Kholousi, ISNA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku husiyên Yemenê bi moşekan êrişî şirketa petrol a Erebistana Siûdî Aramcoyê kir.

    Li gor zanyariyên berdest, milîsên husî yên Yemenê bi moşekan êrişî tesîseke şirketa petrol a Aramcoyê li Necrana Erebistana Siûdî kir.

    Li gor îdîaya çapemeniya nêzî husiyan, moşek li hedefên xwe yên tesîsa petrolê ketine, lê derheqê ziyanbûyînê de ne husiyan û ne jî rayedarên Erebistana Siûdî daxuyanî belav nekirine.

    Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ji sala 2015an ve li Yemenê li hemberî husiyan operasyonên leşkerî li dar dixe.

    Bi heman mijarî:

    Başurê Yemenê ji nû ve vedije: Cûdaxwazan Aden stend
    'Hevpeymana Erebî di êrîşa li Yemenê de herî kêm 20 sivîl kuştine'
    'Kuştina Salih şerê li Yemenê gurtir kir'
    Hûsiyan serokê ku bi Riyadê re li hev kir kuştin, Erebistan jî Yemenê bombebaran dike
    Li Yemenê şerê navxweyî
    Etîketan:
    Husiyan bi moşekan êrişî Siûdî kir, Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de