13:45 25 Nîsan 2018
    Sînorê Îsraîl û Sûriyeyê

    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îsraîlê ragihand ku di sala 2007an de li Sûriyeyê ji ber metirsiya reaktora nukleerê baregehek rûxandiye. Siyasetzanê sûriyeyî û serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Şamê Talip Ibrahîm derbarê mijarê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Ibrahîm got Îsraîl derewan dike û hewil dide Îranê çavtirsandî bike.

    Li ser lixwemikurhatina piştî 11 salan a Îsraîlê Ibrahîm wiha axivî, "Bi dîtina min di vê mijarê de Îsraîl derewan dike. Devera ku hatiye xistin ne baregeheke nukleerê ye û herkes dizane ku Sûriye ne xwediyê baregeheke wiha ye. Bernameyeke Sûriyeyê ya nukleerî tune ye. Bi hinceta baregeheke nukleerî li baregeheke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê xistin û lewra vê agahiyê vedişêrin. Bi vê yekê peyamê didine Îranê û dibêjin ku balafirên Îsraîlê xwe digihînine tevahiya herêmê. Bi ya min bi tenê ev peyamek bû ji Îranê re."

    ‘ÎSRAÎLÊ BI ÊRIŞÊ BAREGEHÊN NUKLEERÎ YÊN IRAQÊ XWEST PEYAMEKÊ BIDE ÎRANÊ'

    Ibrahîm bibîr xist ku Îsraîl nikare baregehên nukleerî yên Îranê bixe, "Baregehên nukleerî yên Îranê li deverekê ne ku Îsraîlê nikare bigihêjiyê. Dema di sala 1982an Îsraîlê êrişê baregehên nukleerî yên Iraqê kir û li avahiyeke Sûriyeyê teqe kir Îran hişyar bûbû."

    ‘GER LI DIJÎ SÛRIYEYÊ ÊRIŞEK PÊK WERE SÛRIYE DÊ BERSIV BIDE'

    Ibrahîm bilêv dike ku rakêşiya di navbera Sûriye û Îsraîlê de dê zêde bibe, "Bi raya min taliya talî Sûriye dê bersiv bide êrişên Îsraîlê. Demek berê xistina balafireke Îsraîlê nîşaneya vê yekê bû. Qaîdeyên lîstikê guherîn. Êdî Sûriyeyekê xurttir heye. Bi piştgiriya hêzên rûsî hêzên xwe yên leşkerî bi kar tîne. Ger li dijî Sûriyeyê pêk were dê bersiv bide"

     

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê tirk: Vegera xelkê Efrînê dest pê kiriye
    Pûtîn bi Konseya Ewlekariya Rûsyayê re li ser çalakiyên ‘provokatîf’ ên îngilîzan axivî
    Trump ji bo malên çînî baceke gumrikê ya 50 milyon dolarî disepîne
    Meclîsa Nûneran a Amerîkayê: Derbarê rêkeftina Trump û Rûsyayê de tu delîl tune ne
    Iraqê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
    Macron: Em dê ti carî piştgiriyê nedin destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê
    Etîketan:
    Pisporê Sûriyeyî, bersiv, êriş, reaktora nukleer, Taleb Ibrahîm, Îran, Israîl, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de