09:56 20 Nîsan 2018
    Avigdor Liberman

    Lîberman ji gotina xwe ya ‘2007an de me tesîsa nukleerî li Sûriyê teqand’ poşman bû

    © Sputnik / Sergey Subbotin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman destûra agahiya ‘îmhakirina tesîsa nukleerî ya li Sûriyê’ dabû. Liberman îro ragihand ku ji vê destûrdayina xwe poşman bûye.

    Artêşa Îsraîlê duhê ragihand ku di sala 2007an de li Sûriyê bi ser tesîseke nukleerî de êrişeke hewayî kiribû û di encamê tesîsa nukleerî bi temamî ji holê rakiribû. Îro Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman daxuyand ku ji ber pervekirina vê agahiyê poşman bûye.

    Liberman di daxuyaniya xwe de anî ziman ku: Ez poşman im ku min destûra parvekirina agahiyên vê bûyerê da. Lewra parvekirina vê bûyerê xebatên tîmên me yên îstixbaratê dixe xetereyê û agahiyan dide dewletên wek îranê. Ev jî ji bo pişerojan operasyonên me xeteriyan derdixe holê.

    Bi heman mijarî:

    Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e
    Rêxistina çekdar Îsraîl tehdîd kir: Dev ji sûîqesta fermandaran berde
    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Îsraîl: Ji bo sewkiyata xaza siruştî bo Ewropayê bi Tirkiyeyê re hevdîtin dewam dikin
    Etîketan:
    îsraîl, Sûriye, êriş, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de